Nobeta Edaletê ya HDP’ê: Gergerlîoglû berdin

HDP wê ji bo parlementerê xwe Omer Farûk Gergerlîoglû dest bi Nobeta Edaletê bike. Ligel ku biryar hatibû dayîn mafê wî hatiye binpêkirin jî Gergerlîoglû nehatibû berdan.

HDP'ê, ji bo parlamenterê xwe yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku Dadgeha Makeqanûnê  derbarê wî de biryara binpêkirinê da û nayê berdan careke din dest bi Nobeta Edaletê dike.

Wê HDP sibê ji bo Gergerlîoglû saet di 11.00'an de li ber Girtîgeha Sîncanê Nobeta Edaletê bigire. HDP'ê, li ser hesabê xwe yê twîtterê der barê nobetê de ev agahî da: "Em sibê saet di 11.00'an de ji bo parlamenterê xwe Omer Farûk Gergerlîoglû ku Dadgeha Makeqanûnê derbarê wî de biryara binpêkirinê daye jî nayê berdan di Nobeta Edaletê de bin. Em ê li dijî darbekarên ku biryarên DMME û AYM'ê pêk naynin li her derê têbikoşin."