Doza Kobanê: Dozger li ber berdana 4 kesan rabû
Serdozgerî li ber berdana Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Emîne Ayna û Zekî Çelîk rabû ku ji Doza Kobanê têne darizandin.
Serdozgerî li ber berdana Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Emîne Ayna û Zekî Çelîk rabû ku ji Doza Kobanê têne darizandin.
Parlamenterên berê yên HDP'ê Emîne Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîne Ayna û hesabgirê berê yê HDP'ê Zekî Çelîk beriya çend rojan hatibûn berdan, lê belê dozgerî li ber berdana wan rabûn.
Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Enqereyê daxwaza dozgeriyê red kir û ji bo biryar li ser îtirazê bê dayin, dosya şand ber destê Dadgeha Cezayê Giran a 23'ê Enqereyê.