Li Duzceyê 13 girtî nayên dermankirin

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Duzceyê, 13 girtî du sal in nabin nexweşxaneyê.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Duzceyê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 13 girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji girtiyan Vedat Gultekîn di hevdîtina heftane ya bi malbata xwe re diyar kir ku li gel zor û zehmetiyan jî wê çalakiya xwe dewam bikin.

Gultekîn got, "Weke 13 girtiyên li girtîgehê 2 sal in bi rengekî kêfî me nabin nexweşxaneyê" û wiha dewam kir, "Girtiyên edlî dibin nexweşxaneyê, lê belê yên siyasî nabin. Me gelek caran daxwazname dan, lê belê rêveberiya girtîgehê bersivê nadin daxwaznameyên me. Ez jî nexweş im, bi heman rengî li gel hemû serlêdanên me jî ez nebirin nexweşxaneyê. Ji ber ku nehatim tedawîkirin rewşa min nebaş bû. Em dixwazin dawî li astengkirina mafê me yê tedawîkirinê bê anîn."