Hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî girtina Gergerlîoglû da

Rêxistinên Hiqûqî, ragihand ku divê tavilê parlemetnerê Omer Farûk Gergerlîoglû yê rehîn girtî bê berdan.

Rêxistinên hiqûqê, ji bo Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku rexmî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî nayê berdan daxuyaniyeke hevpar dan.

Rêxistinan, daxuyaniya xwe bi sernavê "Destûra Bingehîn nas bike û biryarê pêk bîne" weşandin û bertek nîşanî nenaskirin û pêkneanîna biryara AYM'ê dan û xwestin ku biryara AYM'ê bê naskirin û ji bo berdana Gergerlîoglû biryar pêk were.  

Rêxistinên hiqûqê yên daxuyanî dane wiha ne: "Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Piştevaniya Parêzeran, Tevgera Parêzeran, Koma Parêzerên Hemdem, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Stenbolê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Parêzerên Beşdar, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz. Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî."