Hêzên demokrasiyê xwedî li HDP'ê derket
Hêzên ked û demokrasiyê li Enqereyê civiyan û gotin, "Em mafê siyasetê yê HDP'ê diparêzin." Di civînê de hate destnîşankirin ku azadî bêyî hewldanan nepêkan e.
Hêzên ked û demokrasiyê li Enqereyê civiyan û gotin, "Em mafê siyasetê yê HDP'ê diparêzin." Di civînê de hate destnîşankirin ku azadî bêyî hewldanan nepêkan e.
Hêzên ked û demokrasiyê yên li Enqereyê, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar bi sernavê "Em mafê siyasetê yê HDP'ê diparêzin" civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Nûnerên 45 saziyan tevlî civînê bûn û destpêkê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan axivî. Ozturk Turkdogan diyar kir ku ji bo demokrasî û mafên mirovan ew mafê siyasetê yê HDP'ê diparêzin û got, "Li welatê me û herêma me, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî, pêwîstî bi diyalog û danûstandinan heye. Lê belê ev diyalog hatiye betalkirin, mafên mirovan û hiqûq ji nedîtî ve tê û hin hêzên tarî ketine dewrê. Her ku zimanê tundiyê bê bikaranîn, tundiya li jin û zarokan zêde dibe, birîna civakî kûr dibe û di nava zext û zordariyê de bêhn li mirovan tê çikandin."
'DARBE LI SIYASETÊ HATE KIRIN'
Ozturk Turkdogan got, "Tevî ku karê partiyên siyasî bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin jî desthilatdariya siyasî dadgeriyê mîna ço bi kar tîne û dixwaze hevrikên xwe bêbandor bike. Ev yek bi esasî zerarê dide demokrasiyê, siyaseta demokratîk asê dike û ya herî girîng jî hêrsê di nava civakê û siyasetê. Li gel zextên dadgeriyê yên li ser endam, rêveber û xebatkarên HDP'ê her wiha bi êrişên fîzîkî jî hewl tê dayin ku HDP bê girtin. Em vê yekê weke darbeya li siyaseta demokratîk û nebaşiya li Tirkiyeyê dibînin."
Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ji bo demokrasiyê û mafên mirovan ew mafê siyasetê yê HDP'ê diparêzin û bang li hêzên demokrasiyê hemûyan dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê piştevaniyê bikin.
'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HDP'Ê
Piştî Ozturk Turkdogan nûnerên saziyên beşdar axivîn. Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Prof. Dr. Vedat Bûlût diyar kir ku bi taybetî li bajarên Kurdan tenduristiya civakî xera bûye û got, "Civakeke ku bi qeyûman bersiv ji dengdana wan re tê dayin, gelo dikare bi tenduristiyeke baş bimîne? Niha jî li dijî HDP'ê doza girtinê hatiye vekirin. Me berê jî dît ku ev nêzîkatî bi ser nakeve. Em bi HDP'ê re ne."
Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan got, "Heta ku cîhaneke wekhev û azad a gelan bê afirandin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê li ber girtina partiyan rabin."
Endamê Desteya Dîsîplîna Navendî ya Partiya Kedê (EMEP) Fevzî Ayber jî got, "Bêguman em mafê siyasetê diparêzin. Her êrişa li ser HDP'ê êrişa li dijî demokrasiyê, ked, azadî û aştiyê ye. Lewma em mafê HDP'ê yê siyasetê diparêzin û li ber her cûre êrişên li ser HDP'ê radibin."
SAZIYÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN HDP'Ê
Navê rêxistin û saziyên civîn li dar xistin wiha ne: “Federasyona Bektaşî Elewî, Federasyona Komeleyên Elewî, Komeleya Çandê ya Elewiyan, Helwdana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Komeleya Li Dijî Darbeyên Leşkerî, Partiya Şoreşger a Yekgirtî, Komeleya Rojnamevanan a Hemdem, Komeleya Hiqûqzanên Hemdem, Komeleya Demokratîk a Elewiyan, Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat, Koordînasyona Komeleyên Xwecihî ya Demokratîk, Ji bo Yekîtiyê Demokrasî, Partiya Herêmên Demokratîk, Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger a Karkeran, Federasyona Şoreşgerên 78’an, Federasyona Komeleyên Dersimê, Partiya Karkerên Şoreşger û Sosyalîst, Grûpa Diyalogê, Hewldana Li Dijî Sûcê Ramanê, Partiya Kedê, Partiya Sosyalîstan a Bindest, Partiya Tevgera Kedê, Yekîtiya Ekolojiyê, Malên Gel, Kongreya Demokratîk a Gelan, Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî ya Anatoliyê, Platforma Maf û Edaletê, Komeleya Çandê ya Hubyar Sultan Alevî, Komeleya Mafê Mirovan, Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê, Federasyona Komeleyên Xwecihî ya Kizilirmak, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Partiya Kedkarên Sosyalîst, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Partiya Çep, Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Partiya Karkeran a Tirkiyê, Partiya Civakî ya Azadî, Partiya Çep a Kesk, Hewldana Welatî, Hewldana 78’an.”