Akademîsyen û kedkaran serdana HDP'ê kirin
Akademisyenên Bogaziçi, Piştevaniya Şîşlî Etfalê, kedkarên radyolojî, Rayedarên Zad-Kar serdana HDP'ê kirin.
Akademisyenên Bogaziçi, Piştevaniya Şîşlî Etfalê, kedkarên radyolojî, Rayedarên Zad-Kar serdana HDP'ê kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçi li hev rûniştin.
Prof. Dr. Nîlgûn Işik, Prof. Dr. Lala Akarûn, Prof. Dr. Unal Zengînobûz, Dor. Dr. Gun Kut, Prof. Dr. Şevket Pamûk û Prof. Dr. Ayşe Mûmcû li gel Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Serekwekîla Komê Meral Daniş Beştaş û Alîkarê Hevserokê Giştî Garo Paylan rûniştin.
Di hevdîtinê de têkilî pirsgirêkên li zanîngehê dosyayeke daxwaz û gazinan teslîmî Sancar kirin.
Her wiha Piştevaniya Şîşlî Etfalê têkilî tehliyekirina Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê bi Beştaş û Sarûhan Olûç re rûniştin. Şandeyê ragihand ku ew naxwazin nexweşxane were tehliyekirin.
Serokê Komeleya Hemû Teknîsyenên Radyolojî û Teknîkeran (TUM-DER) Heybet Aslanoglu û şandeya gel wî pirgirêkên xebatkarên radyolojiyê ji Serekwekîl Sarûhan Olûç re ragihandin.
Her iha Sendîkaya Karkerên Zad Sinayî ya Tirkiyê jî ji bo ÇAYKUR'ê serdana Koma Meclîsê ya HDP'ê kirin. Rêveberên sendîkayê li Olûç re ragihandin 10 hezar karkerên demdemî yên ÇAYKUR'ê bêyî sîgortayê dixebitin.