Polîsan êriş birin ser 'Nobeda Edaletê' ya HDP'ê
Polîsan êriş birin ser 'Nobeda Edaletê' ya HDP'ê ku ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû li pêşiya Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Gelek kes hatin destgîrkirin.
Polîsan êriş birin ser 'Nobeda Edaletê' ya HDP'ê ku ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû li pêşiya Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Gelek kes hatin destgîrkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê wî atiye binpêkirin, nayê berdan. Partiya Demokratîok a Gelan (HDP) jî ji bo Gergerlîoglû li pêşiya Girtîgeha Sîncanê dest bi Nobeda Edaletê kir. Polîsan êriş birin ser çalakiya nobedê û kurê Gergerlîoglû Salîh Gergerlîoglû bi lêdanê destgîr kirin. Her wiha êriş birin ser rojnamevanan ku di dema destgîrkirina Gergerlîoglû de dixwestin dîmen bikişînin.
Polîsan dest danîn ser alavên rojnamevanan û bi desteserkirina telefonên rojnamevanan gef xwarin.
Di êrişa polîsan de gelek kes hatin destgîrkirin. HDP'î hîn jî li qada çalakiyê ne.