Tecrîd û êrişên dagirkeriyê li Torontoyê hatin şermezarkirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, tecrîda li Îmraliyê û êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi banga Defend Kurdistan çalakiyek hate lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Girseya gel a ku li North York Civic Centreyê li hev civiya, têkildarî armanca çalakiyê belavok li Kanadayiyan belav kir.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo", "Freedom for Ocalan", "Bijî berxwedana gerîla", "HDP ist not alone", "Turhey out of Kurdistan" hatin qîrîn. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.