Parêzer ji bo Ocalan bibînin serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dibin tecrîdek giran de ye, Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Di 23’ê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Ocalan û 3 girtiyên gel wî.

Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021'an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan.

Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.

HERÎ DAWÎ DI 25'Ê ADARÊ HEVDÎTINEK TELEFONÎ HATIBÛ KIRIN

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dawî ji ber îdîayên li ser hesabên medya dijîtal yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pêre bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.