Gergerlîoglû: Ji ber ku em mafdarin em bihêzin

Wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê wî de biryara “Binpêkirina maf” dabû got, “Min li berxwe da, lê li gel min raya giştî jî berxwe da. Ev serkeftin ya gel e.”

Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû piştî ku ji Girtîgeha Girtî ya Sîncanê hat berdan li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê ji aliyê wekîlan û endamên partiyê we hat pêşwazîkirin. Gergerlîogû di civîna çapemeniyê ya hat lidarxistin de axivî. Avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê ku Gergelîoglû li wir daxuyanî da ji aliyê polîsan we hat dorpêçkirin.

‘JIYANA ME BERXWEDAN E, BERXWEDAN JIYAN E’

Gergerlîoglû axaftina xwe bi gotina “Em li kûderê mabûn” ve destpêkir û got, “Me heya dawiyê got ku jiyana me berxwedan e, berxwedan jiyan e. Me got bijî biratiya gelan. Wateyek pir girîng ya wane heye. Ez wiha ji meclîsê derketim, wiha jî wegeriyam. Di encamê de dema em ji meclîsê derketin me got ku em mafdarin, bihêzin û emê serbikevin. Ji ber ku em mafdarin em bihêzin. Wê çaxê me pir lewaz didîtin. Ji girtîgehê re digotin ku me ew perçiqand û êdî qediyan, lê min bi du tiştan bawer dikir, ya yekemîn di aliyê huqûqî de em pir pir mafdarbûn, ya duyemîn jî wijdana raya giştî bi me re bû. Me bi berxwedaniyê qezenç kir. Dema bi lêdanê ez ji mal derxistin, hevoka min a dawî ev bû ‘Ev cîrok li vir naqede’. Em gav bi paşve na avêjin û em ê heya dawî li berxwe bidin, ji ber ku em mafdarin. Di serî de ez vê serketinê pêşkêşî gelê me dikim. Raste min li berxwe da, lê li gel min raya giştî jî li berxwe da.”

Gergerlîoglu di beşek din ê axavtina xwe de ragihand; “Ez wek wekîlê gel derbasê Parlementoyê bûm. Lê mafê wekîltiya min hate betelkirin. Lê em qezenc dikin, waye li virin. Bila rûyê vî gelî bikene, min di girtîgehê de herî zêde bi vî gelî fikirî. Ev gel van tiştên pêktên heq nake. Bawer bikin ku ji her 4 aliyên cîhanê, heskirin û piştgirî mîna baranê barî. Min dizanî ku mafdarim û niha jî hê baştir zelal bû.”

‘NEKARÎN TIŞTA KU DIXWASTIN BISER BIXÎNIN’

Wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergelîoglû balkişande ser qetilkirina Denîz Poyraz ya dema ku ew di girtîgehê de bû û wiha pêde çû; “Me di hundur de pir xemgînî kişand. Hevala me Denîz Poyraz hat qetilkirin. Dilê me reş bû û xemgîn bûn, lê me got ‘na emê qezenc bikin.’ Min 3 mehên ku di hundur de bûm bi coş û moralek pir mezin derbas kir. Ji aliyê fîzîkî ve min xwe parast û ji aliyê ruhî jî min xwe nû kir. Ev yek ji bo min pir baş bû. Nekarîn tişta ku dixwestin biser bixînin. Me qet gav bi paşve neavêt, motîvasyona me pir baş bû. Me û hevalên xwe, me bi berdewam ji hevre name dinivîsand. Me di hundur de parlemen şopand. Qet nefikirîm ku wê mafê wekîltiya min betal bikin. Ji ti tiştî qut nebûm û netirsiyam. Ew nikarin bi paşve gav bi me bidin avêtin, ji ber ku rastî jî em bihêzin û mafdarin. Ji ber vê jî em heya bixwazî bi rengekî baş derketin.

3 mehan zilm li me kirin, vala vala li hundur man. Dema ez ji mal girtin û min pêlavê xwe pê dikir, ez def dam. Di nav wesayîta polîsan de dijûn û heqaret li min kirin.  Me di pêvajoyeke wiha de got ku mafê mirovan ji bo her kesê ye. Me got ku emê gav bi paşve neavêjin. Dema min ji wesayîtê ji polîs re got ku ezê pêvajoyên huqûqî derbarê we pêkbînim gotin ‘tu gef li me dixweyî’, min jî ji wan re got ku ‘belê ezê bi huqûq gefan li we bixwem’. Me bi zanebûna ku em wekîlê gel in heqaret li wan kir û çawa ku min got, ev serketin û qezenckirina me serketina gel e. Derketina me ji girtîgehê vê peyamê dide ku hevalên me jî wê werin berdan. Peyama vê yekê ye ku dozên li hemberî partiya me hatine vekirin wê bê encam bimînin.”

Gergerlîoglu axaftina xwe bi gotina “Berxwedan jiyan e” bi dawî kir.