Li Balikesîr, Sakarya û Stenbolê çalakî hatin kirin
Milîsên Gulnaz Ege, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistanê li Balikesîr, Sakarya û Stenbolê çalakî kirin.
Milîsên Gulnaz Ege, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistanê li Balikesîr, Sakarya û Stenbolê çalakî kirin.
Milîsên Gulnaz Ege, li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê çalakî kirin.
Agahiyên li ser çalakiya wiha ne:
“3’yê Tîrmehê li Bûrhaniye ya Balikesîr, 2 tirên amûrên tekstîlê ya girêdayî fîrmayeke tekstîlê ya xizmeta AKP’ê dike, hatiye şewitandin û bêkêr bûye.
4’ê Tîrmehê li Akdenîz a Sakaryayê avahiyek girêdayî Ocaxa Osmanî û Ocaxa Ulku ya desthilata faşîst û 4 wesayîtên luks ên girêdayî wan hatiye hedefkirin. Avahî û wesayît ji ber şewatê bêkêr bûne. Ev çalakî ji bo Ocaxa Osmanî û Ocaxa Ulku hişyariyek bû, ji niha û şûnde li her cihê wê hedefa milîsên me bin.
5’ê Tîrmehê li Pendîk a Stenbolê li dijî notirvanên faşîst bi çekên ferdî û bombeyên destan çalakiyek hatiye kirin. 2 notirvan birîndar bûne û wesayîta wan jî bêkêr bûye.”