Bozgeyîk: Teserûf divê ji budçeya şer bê kirin

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku giştînameya teserûfê wê fêdê nede kedkaran û civakê. Mehmet Bozgeyîk anî ziman ku divê teserûf ji bûdceya ji bo polîtîkaya şer tê veqetandin, bê kirin.

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk destnîşan kir ku her ku diçe desthilatdarî çavkaniyan ji bo alîgirên xwe pêşkêş dike û diyar kir ku bloka AKP-MHP’ê li ber hilweşînê ye. Bozgeyîk got: “Erka dikeve ser milê me vê hilweşînê zûtir bikin. Ji bo vê jî divê di xeteke demokratîk a hevpar de têkoşîn bê kirin.”

Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk têkildarî ‘Giştînameya Serokkomariyê ya Hejmara 14/2021 a Têkildarî Tevdîrên Tesarûfê’ ji ANF’ê re axivî.

Bozgeyîk anî ziman ku hikûmeta AKP’ê di desthilata xwe ya 19 salan de hemû çavkaniyên li Tirkiye taybet kir û bi vê rêyê jî pêşkêşî alîgirên xwe kir, bi temamî polîtîkayeke ya talanê şopand. Bozgeyîk diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê nikarin krîzên siyasî û aborî yên li Tirkiye birêve bibin, ji ber ku dîtin winda dikin û ber bi hilweşînê ve diçin giştînameyeke tesarûfê ku ti pêwîstiya wê nîne belav kirin. Bozgeyîk got: “Dema mirov li giştînameyê dinêre dibîne ku piranî maliyet ji kedkarên cemaweriyê hatiye standin. Em bi bloka desthilateke welê re rû bi rû ne ku çavkaniya Banka Navendî hemû qedan û hesabê vê nadine. Ji bo wê di wê baweriyê de ne ku ti sûdeke vê giştînameyê ji bo kedkar û civakê nîne.

JI MEZAXTINÊN LEŞKERÎ TI TESARÛF NEHATIYE KIRIN

Bozgeyîk bal kişand ser mezaxtinên polîtîkayên leşkerî, belavkarî û emperyal ên Tirkiye ku li Rojhilata Navîn, Efrîqa û Qafqasan û diyar kir ku cihê divê tesarûf lê bê kirin ev be û got: “Beşek mezin a bûdceyê ji bo biçekirin û qada leşkerî tê veqetandin. Eger ku bi rastî tesarûfek tê xwestin bê kirin, eger ku dixwazin çavkaniyên welat ji bo, gel, civak û kedkarên cemaweriyê bê kirin, cihê ku tesarûf bê kirin amûrên leşkerî ên mîna S-400, F-35 û amûrên din ên leşkerî ku ji Elmanya û Îngîltere tê kirîn bê kirin.Ji roja ku KESK hatî avakirin me daxwaz kiriye ku çavkaniyên welat ji bo kedkar, civakê bê bikaranîn ne ji bo şer be.”

BÊKARÎ Û HEJARÎ ZÊDE DIBE

Bozgeyîk bal kişand ser krîz û bêkariya li welat û diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de krîz kûrtir bûn û nêzî 10 milyon kes bê kar mane û wiha pêde çû: “Di werê perwerdehî, tenduristî û gelek qadan de tevî ku pêwîstî bi personelan heye, lê nayên girtin, her roja diçe rêjeya karkerên ciwan zêdetir dibin. Bi rabûna qedexeya derve ya 1’ê Tîrmehê û şûnde gelek kes ji kar hatin derxistin. Ji bo vê kedkarên cemawerî, civak û gel hejar dibe.”

XETA TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK

Bozgeyîk bal kişand ku divê karker, kedkar û gel li dijî polîtîkayên şer xeteke têkoşînê ya hevpar ava bike û got: “Erka dikeve ser milê me vê hilweşînê bilezînin. Rêya rizgariya ji bêkarî û hejariyê, di nava demokratî û aştiyê de, ked û mafê mirovan bê parastin, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk ku her kes mîna mirovan bijî, divê têkoşîn bê bilindkirin.”