Li gel ku nexweş in jî dema destgîrkirinê 4 rojan zêde kirin

25 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê ku hatibûn destgîrkirin, dema wan a destgîrkirinê 4 rojên din zêde kirin. Piraniyên destgîrkiriyan temenê xwe ji 70'yî zêdetir e û nexweş in.

Bi hinceta lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 3'yê Tîrmehê endamên DÎK (Kongreya Îslama Demokratîk) û DÎAY-DER (Komeleya Alimên Dînî) bûne hedefa terora destgîrkirinê.

Polîsên Tirk bi ser mal û komeleyan de girtin û serokê DÎAY-DER'ê Ekrem Baran jî di nav de 25 kes hatin destgîrkirin. Li ser dosyayê biryara xefkirinê hate danîn. Derheqê 3 kesên din jî biryara desgîrkirinê heye.

Li gorî agahiyên berdest rêveberê DÎAY-DER'ê Mele Elî Fuat Hatîpoglu 4'ê Tîrmehê bi gumana ku krîzê li dil daye rakirin nexweşxanê. Hate gotin Mele Halît Bulun ê 92 salî, ku hatiye destgîrkirin nexweş e.

Diyar bû ku hemû kesên ku ev 4 roj in hatin destgîrkirin nexweş in û temenê wan di ser 70'yî re ye û bi nexweşiyên curebecur in.

Agahî têne dayin ku her roj ambûlans diçe ber qereqolê û wan dibin nexweşxanê.

Li gel ku dema wan a destgîrkirinê qediya jî 4 rojên din hate zêdekirin.