Dayika Poyraz: Denîz namirin, Denizek çû bi hezaran Denîz tên
Cenazeyê Denîz Poyraz a HDP’î ku hate qetilkirin ji midûryeta goristanê hate girtin, birin malê.
Cenazeyê Denîz Poyraz a HDP’î ku hate qetilkirin ji midûryeta goristanê hate girtin, birin malê.
Malbat, xizim û endamên partiya HDP’ê ji bo girtina cenazeyê Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin bigirin, çûn Midûryeta Goristana li Taxa Tepecik a navçeya Konakê.
Malbatê li ser darbesta Poyraz a wecîbeyên olî hate kirin û şûnde lorandin. Dayika Fehîme Poyraz ev gotin: “Qîza min çiqas êşkence kişandibe, xudê bîne serê wan jî. Çawa ku dilê min şewit,bila dilê dayika wî jî bişewite. Heta niha min nifrîn li kesê nekiriye, lê dilê min dişewite, bila dilê dayika wî jî bişewite. Denîz namirin, Denîzek çû, bi hezaran Denîz tên. Ez kêfxweşim bi qîza xwe. Ma dibe ewqas êşkence li jinekê bê kirin.? Faşîst çi heqê te li ser qîza min hebû. Xudê belaya xwe li te bide, bi derdê xwe nekevî.”
Darbesta Poyraz a jinan hilda ser milê xwe, bi çepik û tilîliyan ber bi mala wê ya li Taxa Bagkûyû ketin rê. Cenazeyê Poyraz wê li Mizgefta Kadîfekale piştî merasîma bê kirin û şûnde wê saet 17:00’an li Goristana Bûca Kaynaklarê bê definkirin.