Tuncel: Berpirsê êrîşê desthilata AKP/MHP ye
Sabahat Tuncel li danişîna Doza Kobanê axivî. Tuncel li dijî êrîşa li Izmîrê hewlest nîşan da û got berpirsê êrîşê desthilata AKP/MHP ye.
Sabahat Tuncel li danişîna Doza Kobanê axivî. Tuncel li dijî êrîşa li Izmîrê hewlest nîşan da û got berpirsê êrîşê desthilata AKP/MHP ye.
Danişîna 3'yan a Doza Kobanê ku 24 jê girtî 108 kes jê têne darizandin di roja 5'an de didome. Danişîna ku li Hêwana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 22'an a Enqerê tê dîtin li gel wekîlên HDP'ê ji hêla gelek kesan ve tê şopandin.
Li danişîna îro siyasetmedar Kurd a girtî Sebata Tuncel axivî. Tuncel bal kişande ser komkujiya li avahiya partiyê ya HDP'ê ya Izmîrê û got, ''Em dizanin ku ev ne rûdane nû ye. Em ên ku li vir têne darizandin dixwazin ku ev bi dawî bibe. Em sersaxiyê didin malbata Deniz, partiya me, gelê Kurd û Tirkiyê.''
Tuncel bi berdewamî wiha got: ''Bi rehetî dikeve avahiya me ya ku ewlehiya wê hatiye standin û komkujiyê dike. Plansaziya wê hatibû kirin ku bi tevlêbûna 40 kesî civîn bibe. Heke ev civîn nehate betalkirin niha em ê li ser qetilkirina gelek mirovan biaxiviyan. Ev hemû ji ber dijminatiya li Kurdan e. Rêveberên vî welatî, nexasim Tifaqa Komarê her ku devê xwe vedike li dijî Kurdan dibêje, ''terorîst''. Her roj wekîlan sûcdar dikin. Ên ku ferz dikin ku partî were girtin, bang dikin ku li ber partiya me çalakiya rûniştinê bibe, berpirsê vê ne.''