Li cihê ku Poyraz lê hate qetilkirin kulîlk hate danîn

Li cihê ku Denîz Poyraz lê hate qetilkirin wêne û kûlîlk hatin danîn.

Tetîkkêşê desthilatdariya AKP-MHP'ê Onûr Gencer doh êriş bir ser avahiya HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li gel endamên partiyê hatin avahiya partiyê û wêne û kulîlk danîn cihê ku Poyraz lê hate kuştin.

Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul got, "Jiyanek ji bo maf û rastiyê ye. Em ê ji bo maf, rastî, merhamet û edaletê têbikoşin."