Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin roja Duşemê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Serlêdanên ku heta niha hatine kirin bêbersiv hatine hiştin.