Bertekên navnetewî: Ji êrîşan Erdogan berpirs e

Sazî û navên navnetewî diyar kirin kuştina xebatkara HDP'ê Denîz Poyran encama polîtîkayên Erdogan e.

Bertekên navnetewî yên li ser kuştina xebatkara Rêxistina HDP'ê ya Izmîrê ya bi destê tetîkêşê Tirkekî nîjatperest didomin. Gelek sazî û şexsan kuştina Poyraz şermezar kir û peyama piştevaniyê da HDP'ê.

Alîkara Dîrektora Ewropa û Asyaya Naverastê ya Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW)  Emma Sînclaîr Webb got divê kuştina Deniz Poyraz ji her alî ve lê were pirskirin. Webb, her wiha xwest ku Serokkomariya Tirk û desthilata Tirk demildest dev ji gotinên bi nefretê yên dijî HDP'ê berde.

Endamê Koma Keskan a PE'yê û Serokê Komîsyona Parlamentoya Têkel a YE-Tirkiyê Sergey Lagodînsky jî got, ''Heke peyamên nefretê hûn belav bikin dawiyê hin wê werin kuştin. Ez sersaxiyê didim malbata Deniz Poyraz û hevalên wê.''

Logodînsyk her wiha bang li rayedarên Tirk kir ku lêpirsîna rûdanê were kirin û dawî li kampanyaya nefretê ya dijî HDP'ê were.

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heniz Bîerbaum jî kuştina Poyraz weke 'êrîşeke bi alçaxî' bi nav kir û sersaxî da HDP'ê û malbata Poyraz. Bîerbaûm her wiha diyar kir êrîş encama polîtîkaya Erdogan e ku dixwaze hêzên demokratîk çavtirsandî bike û xwest ku lîderên YE'yê li dijî vê polîtîkayê helwesta xwe diyar dikib.

Parlamenterê Baskî Oîhana Etxebarîeta jî peyama piştevaniyê da HDP'ê û malbata Poyraz.

Ji Partiya Karker a Holldana Katî Pîrî jî got, ''Faşîstekî li Seroktiya Bajêr a Izmîrê ya HDP'ê aktivîsta Kurd Deniz Poyraz bi hovîtî kuşt'' Pîrî her wiha got ev kuştin encama polîtîkaya nefretê ya li dijî muxalîfên siyasî ye û sersaxî da malbata Poyraz û hevalên wê.

Ji Partiya Keskan a Elman parlamenter Can Ozdemîr jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam da û sersaxî ji malbatê re xwest, got, ev êrîş nîşan dide ku muxalîf çawa fikarê li ser jiyana xwe dikin.

Tifaqa Navnetewî ya Heq û Azadiyan (AIDL) jî got li Tirkiyê li dijî HDP'ê zexta sîstematîk heye.

Meclîsa Netewî ya Katalan jî bi peyamekê aşkere kir ku li cem HDP'ê ne, sersaxî ji bo malbata Deniz Poyraz xwest. Meclîsê her wiha xwets ku rejîmên zextê yên weke Tirkiyê û Spanyayê divê ji hêla YE'yê ve werin rawestandin.