Kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer hate girtin
Êrişkarê nijadperest Onûr Gencer ku 17'ê Hezîranê êriş bir ser Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û bi şeş fîşekan xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir, hate girtin.
Êrişkarê nijadperest Onûr Gencer ku 17'ê Hezîranê êriş bir ser Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û bi şeş fîşekan xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir, hate girtin.
Onûr Gencer piştî ku di nava kontrola polîsan de kete avahiya HDP'ê, Denîz Poyraz qetil kiribû û hewl dabû agir berde avahiya partiyê.
Êrişkarê nijadperest piştî ku ev hovîtî kir hate destgîrkirin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Piştî êrişê, polîsên Tirk dest danîn ser qeydên kamera yên ku nîşan didan ku Onûr Gencer ketiye hundirê avahiyê û dîmenên li gel esnafan jî jê biribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan piştî ku dest danîn ser qeyda dîmenên kamera yên hefteyekê, cîhazên qeydkirinê ji nû ve format kir.
Li gorî agahiya ku heman rojê eşkere bû, di meha Gulanê de destûrnameya bikaranîna çekê ji kujerê 27 salî re hatibû dayin.
Li gorî nûçeya DW Turkçe, Gencer ji meha Çileyê ve plana êrişê dikir.
Kujer piştî komkujiyê, li ser hesabê Whatsappê wêneyê Denîz Poyraz parve kiribû.
Wêneyên êrişkar ên piştî êrişê eşkere bûn, nîşan dida ku êrişkar ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye perwerdekirin û ji Sûriyeyê re hatiye şandin.
Ev êriş piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û rêveberên MHP'ê yên nijadperest ên hevparê wî, hate kirin ku di hemû daxuyaniyan de HDP dikirin hedef.