12 rêxistinên hiqûqê: Desthilat û hevkarên wê kujerê Deniz organîze kir
Donzdeh rêxistinên hiqûqê têkilî qetilkirina Deniz Poyraz daxuyaniyeke hevpar dan û gotin AKP û MHP ya nîjatperest pêvajoya qetilkirina Deniz Poyraz organîze kirine.
Donzdeh rêxistinên hiqûqê têkilî qetilkirina Deniz Poyraz daxuyaniyeke hevpar dan û gotin AKP û MHP ya nîjatperest pêvajoya qetilkirina Deniz Poyraz organîze kirine.
Êrîşa li ser HDP'ê 17'ê Hezîranê pêk hat. Kujerê bi navê Onur Gencer ku ji hêla dewleta Tirk ve hatî perwerdekirin û li Sûriyê hatî bikaranîn, li Rêxistina BajÊr a Izmîrê ya HDP'ê Deniz Poyraz a 38 salî ku rehîn girtibû, qetil kiribû.
12 rêxistinên hiqûqê têkilî vê êrîşê daxuyaniya hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de îmzeya Hiqûqnasên Dadê, Piştevaniya Parêzeran, Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnqasên Hevdem (ÇHD),, Koma Parêzerên Hvdem, Hevdem, Hiqûqnasên Demokrasiyê, Parêzerên Tevlêkar, Hiqûqa Civakî, Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Parêzerên Dilxwazên Demokrasî û Azadiyê û Weqfa Lêkolandinên Hiqûqê heye.
Rêxistinan di daxuyaniyê de gotin, ''Gefên bloka desthilatê di serî yên li ser HPD'ê û muxalefetê, berdevkên wan ku her roj di weşanên zindî de HDP'ê terorîze dikin kevirên rêya ber bi kuştina Deniz ve danîne.''
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''Ên ku bi rengekî lêrawestiyayî doza girtinê li HDP'ê vekirin û piştî îdîaname hate vegerandin ji kursiyên meclîsê hevkarê desthilatê ku bi rengekî tund gef li Dadgeha Destûrê xwarî, serokkomar ku ji muxalefetê re gotî, ''ev hê rojên we yên xweş in'', di danişîna dozê de ku li nav raya giştî weke doza Kobanê tê zanîn û hevserok, wekîl, siyasetmedarên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û DBP'yî jê têne darizandin yên ku provakasyon kirin, organîzatorên êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Izmîrê ne û her wiha pêvajoya ber bi qetilkirina Deniz Poyraz jî wan organîze kiriye.
Wezîrê Karê Navxwe ku li kampûsa girtîgehê ya Sîncanê ya doza Kobanê destûr dayî ku beriya bi rojekê dema danişînê kesên ku weke 'muştekî' bin anîne hêwana danişînê, bi deqeyan li korîdoran dirûşm gotin û xwestin provakasyonê bikin, her wiha berpirsê erîşa li ser HDP'ê ya li Izmîrê ye û berpirsê kuştina Deniz Poyraz e.
Em ji wêne û gotinên nîjatperest ku qatilê li ser hesabê medyaya dijîtal par ve kirî, ku ev qatil bi rehetî ji niqteya polîsan, wesayitên polîsan, ji nav dehan polîsan ku peywirdar in HDP'ê 'biparêzin' derbas bûyî çûyî avahiya HDP'ê, hewl dayî avahiyê bişewitîne nas dikin, ji komkujiya Garê ya Enqere, ji komkujiyên Pirsûs û Amedê û yên din em nas dikin û dizanin.