'Kurd hemû divê sibe rabin ser piyan'
KCDK-E û TJK-E'yê diyar kirin ku ji bo mezinkirina berxwedana li dijî dagirkerî û qirkeriyê wê roja Duşemê li gelek welatan çalakî bên lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E û TJK-E'yê diyar kirin ku ji bo mezinkirina berxwedana li dijî dagirkerî û qirkeriyê wê roja Duşemê li gelek welatan çalakî bên lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê û TJK-E'yê li ser mijarê daxuyanî dan û gotin, "Dewleta Tirk a faşîst ji bo qirkirinê bi rengekî bêeman êrişî gelê Kurd, pêşengên azadiyê û gerîla dike. Elmanya, hêzên navneteweyî jî hem bi bêdengiya xwe hem jî bi kiryarên xwe piştgiriyê didin komkujî û qirkirinê."
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Heyeta Aştiyê ku ji Elmanan pêk dihat û hewl dida ji Balafirgeha Dusseldorfê biçe Hewlêrê, doh hate destgîrkirin û qedexeya derketina derve li wan hate danîn. Em hikumeta Elman ji ber vê helwesta xwe ya alîgir şermezar dikin. Qedexeya ji bo mehekê ya li ser heyetê hate danîn, nîşan dide ku hikumeta Elman hevkarê polîtîkayên qirkirina Kurdan e. Ev yek helwesta cihgirtina li gel dîktator Erdogan e, tevkariya li qirkirina Kurdan e.
Destgîrkirina heyeta aştiyê li Hewlêrê ji aliyê hevkarên PDK'î ve nîşan dide ku ew jî tevlî vê qirkirinê bûye û hewl dide polîtîkayên dewleta Tirk bixin meriyetê. Halbûkî partî û saziyeke Kurd a welatparêz û bi rûmet, ya ku diviyabû bikira ew bû ku bi qedir û qîmeteke mezin van mirovan pêşwazî bike. Banga me li PDK'ê ew e ku dest ji vê nêzîkatiyê berde, ji bo parastina nirxên neteweyî xwedî li berxwedana gerîla derkeve ku berxwedaneke dîrokî dikin."
'EM BIBIN YEK, LI HER DERÊ ÇALAKIYAN BIKIN'
Di dawiya daxuyaniya KCDK-E'yê de ev bang hate kirin:
"14'ê Hezîranê li Brukselê civîna bilind a NATO'yê tê lidarxfistin û Erdogan ê dîktator, faşîst û xwedî mejiyê DAÎŞ'ê tevlî dibe. Dewleta Tirk komkujiyên li Kurdistanê bi çekên NATO'yê dimeşîne. Em gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî bibin yek û li ber lîstikên hêzên navneteweyî û hewldanên qirkirina Kurdan rabin, têbikoşin.
Li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk a mêtinger li Metîna, Zap û Avaşînê dike, ji bo em berxwedana li dijî dagirkerî û komkujiyê mezin bikin, ji bo nêzîkatiyên NATO û hêzên navneteweyî yên vê komkujiyê dipejirînin şermezar bikin, di 14'ê Hezîranê de li li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li dijî dagirkerî û qirkirinê li ber xwe bidin."