Doza Kobanê: Rûniştina sêyemîn dest pê kir
Rûniştina sêyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de dest pê kir.
Rûniştina sêyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de dest pê kir.
Bi hinceta çalakiyên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de yên li dijî êrîşên ku DAÎŞ’ê biribû ser Kobanê doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 girtî û bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’emîn dest pê kir.
Ji xeynî parlementerên HDP’ê, gelek rêveber û kes tevlî rûniştina dozê bûn.
Piştî tespîtkirina nsnameyan endamê RTUK’ê yê HDP’yî Alî Urkut dest bi parastina xwe kir. Urkut diyar kir ku dosyeya Kobanê gelekî berfireh e û ne mumkun e ku di demeke kurt de ew karibe parastinê amade bike û dem xwest.
Rûniştina dozê bi beyanên parêzer Cîhan Aydin yê ku parêzerê Alî Urkut e, didome.