KNK: Em li gel dostên xwe li ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rabin

KNK'ê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li ber dostên Kurdan negire û ji hêzên Kurdistanî hemûyan jî xwest ku li gel dostên gelê Kurd li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin û xwedî li hêzên berxwedêr derkevin.

Konseya Rêveber a KNK'ê têkildarî astengiyên rêveberiya PDK'ê yên li pêşiya dostên Kurdan datîne, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Weke tê zanîn nêzî 50 roj e ku dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Li herêmê gundan vala dike, bax û baxçe jî di nav de xwezaya herêmê dişewîtîne û talan dike. Êrişî penaberên Mexmûrê dike û mirovên bêguneh dikuje. Gelê herêmê û gelek rêxistin bang dikin ku gel û dostên gelê Kurd li hember dewleta Tirk helwest bigrin û xwedî li gelê herêmê û berxwedêran derkevin. 

Li hember vê rewşê, gelê me û dostên gelê Kurd, dikevin nava lêgerînan û li gorî xwe li çareseriyan digerin. Yek ji van lêgerînan jî ew e ku ji bo xwedî derketina gel û ji bo li hember êrîşên dewleta Tirk helwest bigrin û dengê xwe derxin, hinek dostên gelê Kurd çûne Başûrê Kurdistanê. Çûna van dostan ji bo piştgirî û xwedî derketina gelê Kurdistanê ye. Ji bo hevdîtin, aştî û diyalogê ye.

Lê mixabin hinek rayedarên Hewlêr, van dostan asteng dikin û nahêlên rehet karê xwe bikin. Bi navê wezareta navxwe daxuyanî têne dan ku ev daxuyanî van dostan reş dikin û wan weke çalakvanên dijê asayîşa herêmê didin nîşan. Bi tevahî ew daxuyanî û ew îdîa ji rastiyê dûrin û ne li xizmeta gel û berjewendiyên herêmê de ne. Tiştekî bi wî rengî nîne û ew kes bi tamamî ji bo piştgiriya gelê Kurd çûne wê derê.

Ew kesên çûyîn Başûr, dostên gelê me ne. Wan kesan û hevalên wan, di berxwedana Kobanê de, şerê Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê de û li berxwedana Şengal û gelek deverên din ên Kurdistanê, cihê xwe li cem gel û berxwedêrên Kurd girtine û bedel dane. Her weha van kesan di asta cîhanî de doza gelê Kurd bi awayekî pozîtîf dane naskirin û weke dîplomatên Kurd xebitîne. Ew niha jî bi vê nêtê, bi vê helwestê hatine Kurdistanê. Ew mêhavanên ezîz ên Kurdistanê ne. Pêwîste em mêhvanperweriya xwe li hember wan bidin nîşan, pêwîste ew weke mêhvan bêne pêşwazîkirin û bêne hembêzkirin.

Bi vê munasebetê, em bang li hukumet û asayîşa Herêma Kurdistanê dikin ku van dostan asteng nekin, rê li ber wan xweş bikin û wan weke mêhvan bibinîn.

Em bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî û gelê başûrê Kurdistanê dikin ku van dostan mêhvan bikin û xwedî li wan derkevin. Her wiha em hemû bi hev re bi dostên xwe re, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, helwestê nîşan bidin û xwedî li hêzên berxwedêr derkevin."