Însiyatîfa Zarokên Êgir 2 febrîqe, 2 depo û 2 wesayit şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li Stenbol, Kocaelî û Bûrsayê 2 febrîqe, 2 depo û 2 wesayit şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li Stenbol, Kocaelî û Bûrsayê 2 febrîqe, 2 depo û 2 wesayit şewitandine.
Însiyatîfê bi daxuyaniyekê ji bo têkoşînê bang li gelê Kurd kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîrokê ev yek nîşanî me da ku her gel bi têkoşînê azad dibe û dibe xwedî maf. Em Kurd jî li dijî kesên ku dixwazin me bi her cûre kiryarên li dijî mirovahiyê tune bikin, tenê bi têkoşînê dikarin rizgar bibin. Roj ew roj e ku her Kurdê bi şeref û namûs bikeve nava liv û tevgerê."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yên ku xwezaya Kurdistanê talan dikin, daran dibirin û pêşkêşî bazaran dikin, bêguman wê hesab bidin" û hate ragihandin ku li sê bajaran gelek cih hatine şewitandin.
Li gorî daxuyaniyê;
"12'ê Hezîranê li Sûltangazî ya Stenbolê depoyeke AKP'iyan,
11'ê Hezîranê li Esenyûrt a Stenbolê depoyeke faşîstan,
10'ê Hezîranê li Kagithane ya Stenbolê qemyonetek,
10'ê Hezîranê li navçeya Gebze ya Kocaeliyê Febrîqeya Ambalajê ya SAM a AKP'iyan,
10'ê Hezîranê li Bûrsayê wesayita MHP'iyekî,
9'ê Hezîranê li navçeya Gebze ya Kocaeliyê febrîqeyeke dijminên Kurdan hatin şewitandin."