Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû û ev axaftin jî nîvco ma bû. Ji hingî ve serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.

Parêzerên Abdulla Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.