Wê di 21’ê Hezîranê de lêkolîna pêşîn a doza girtiya HDP’ê were kirin

Dadgeha Makeqanûnê wê di 21’ê Hezîranê de lêkolîna xwe ya pêşîn a li ser îddînamaya girtina HDP’ê bike.

Serdozgeriya Komarê ya Saziya Darizandinê îddîanameya duyemîn a ji bo girtina HDP’ê pêşkêş kiribû. Hate diyarkirin Dadgeha Makeqanûnê wê lêkolîna pêşîn a vê îddîanameyê di 21’ê Hezîranê de bike.

Heke îddîaname were qebûlkirin wê ji bo parastina pêşîn ji HDP’ê re were şandin, divê di nava wexteke ku Dadgeha Makeqanûnê diyar kiriye, HDP parastina xwe pêşkêş bike. Heke dem were xwestin dibe ku dem were dirêjkirin.

Piştî parastina pêşîn wê Serdozgerê Komarê yê Saziya Darizandinê Bekîr Şahîn fikra xwe ya li ser esasê pêşkêş bike.

Wê ev daxuyanî berê ji HDP’ê re were şandin, piştre wê Dadgeha Makeqanûnê demekê diyar bike, di wê demê de wê Şahîn daxuyaniyeke devkî bide  û rayedarên HDP’ê jî bi devkî xwe biparêzin.

Piştre wê raportorê Dadgeha Makeqanûnê rapora xwe amade bike û endamên Dadgeha Makeqanûnê wê rojekê li hev rûnên û daxwaza girtinê ji esasê nîqaş bikin. Ji bo biryarê ji nav 15 endaman dengê yekgirtî yê 10 kesan wê bes be.