HBDH: Dema wê ye ku em Kurdan re bi bin yek û çalak bin

HPDH'ê bal kişande ser êrîşên dagirker ên Tirk û got,''Divê mirov li rex gelê Kurd bisekine. Ne dema temaşevaniyê ye, dema çalakiyê ye.''

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi sernavê ''Li dijî dagirkeriyê em bibin yek, faşîzmê hilweşînin'' daxuyaniyeke niviskî da.

HDH'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên li dijî van êrîşên îmhakirinê û bang kir ku her kes li rex Kurdan bisekine.

HBDH'ê got, ''Gelên kedkar, divê li rex gelê Kurd ê kedkar bisekinin, li dijî dagirkerî û talana li ser cografyaya Kurdistanê bisekininin. Çi kesê ku ji xwe re şoreşger, antîfaşîst, demokrat, mirov û parêzvanê mafê mirovan û sirûştê dibêje, divê derkeve kuçe û kolanan, meydanan, li dijî dagirkriyê bibe yek û têkoşîna hilweşandina faşîzmê hilweşîne. Her molotof, bombe, guleya bi ser vê desthilata faşîst de ku dijminê gel e, wê bibek ku hesabê bi milyonan kedkar, şoreşger were pirsîn. Ne dema temaşevaniyê ye, dema çalakiyê ye.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Gerîla li dijî faşîzmê di têkoşînê de li Kurdistanê li mewziya pêş e. Ji bo geşkirina têkoşîna dijî faşîzmê û derblêdanê hemû bajarên Tirkiyê dive bibin mewzî. Îro yên ku li bara êrîşên li ser gelê me yê Kurd û qadên gerîla bêdeng dimînin, divê zanibin ku siberojê wê bikevin ber menzîla êrîşên girantir.''