Rûniştina doza Kobanê wê sibê bidome

Di rûniştina Doza Kobanê de piştî parastina Ayhan Bîlgen biryar hate dayîn rûniştin sibê bidome.

Rûniştina 3’emîn a Doza Kobanê de ya ku siyasetmedarên HDP’ê lê darizandin, piştî navbera nîvro dîsa hate domandin.

Piştî ku heyeta dadgehê hate eywanê, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê ku peywira wî hatibû desteserkirin, dest bi parastina xwe kir. Bîlgen bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Sîncanê tevlî rûniştina dozê bû.

Bîlgen di parastina xwe de diyar kir ku di 6-8’ê Cotmehê de provokasyona mezin ji aliyê DAÎŞ’ê hatiye kirin. Bîlgen got “Li Sûriyeyê dema ku êrîşî xizmên mirovan hate kirin, mirov jî daketin qadan û çalakî kirin. Peywira hêzên ewlekariyê ev e ku kesên provokasyon kirine tespît bike û ewlekariya çalakgeran pêk bîne.”

ŞAHIDÊ VEŞARTÎ DEREWAN DIKE

Bîlgen diyar kir ku îfadeyên şahîdên veşartî ne rast in û got “Di îddîanameyê de 3 daxuyaniyên çapemeniyê hene û ev sûc tê hesibandin. Bi lêkolîna nûçeyan re rastî dikare derkeve holê.”

Piştî parastina Bîlgen û parêzerên wî heyeta dadgehê rûniştinê biryar da rûniştinê sibê bidomîne.