ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Bûyerên têkildarî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.
Nobeda Azadiyê, ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin û dikeve sala 10'an, bi komeke nû ya ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dewam dike.
Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 200'î de ye, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê. KCD'ê û HDP'ê rexnedayina xwe dan ji ber ku berxwedan bi têrkerî nebûye rojev û gotin, wê çalakiyên li dijî tecrîdê mezin bikin.
Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê û Alîkarê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent, weke endamekî heyeta aştiyê çû bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê û hin hevdîtin kir. Pierre Laurent got, "Yên ku di dema têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de çepik ji Kurdan re lê dixist, divê niha berê xwe nezîvirînin. Divê li ber êrişên dewleta Tirk rabin." BI DÎMEN E
Endamên heyeta aştiyê, ku li gel astengiyên Elmanya û PDK'ê gihîştin Başûrê Kurdistanê, bang kirin; "Piştgiriyê bidin têkoşîna me ya aştiyê." Aktîvîstan gotin, "Nedibû em li ber sûcên şer ên li herêmê diqewimin bêdeng biman." BI DÎMEN E
TJK-E'yê ragihand ku Guler Yûrdakûl (Delal) li bajarê Malmedy ê Belçîkayê şehîd bûye û got, "Hevrêya me Delal ji çiyê heta zindan û bajaran, têkoşîna azadiyê bêtawîz meşand. Em ê şopdarên wê bin."
Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş destnîşan kir ku qadên têkoşînê ne tenê çiya ne û got, "Her kes li her gund, tax û bajarî divê bersivê bide dijmin." BI DÎMEN E
Dewleta Tirk ku li Efrînê nahêle ENKS jî buroyê veke, ku bi rengekî çalak tevlî dagirkirina Efrînê bûbû, eger karibe PKK'ê lawaz bike wê dorê bibe ser PDK'ê û tevahiya Kurdistanê dagir bike.
Dayikên gerîla yên li Qamişloyê tevlî 'Meşa Rûmetê ya li dijî Dagirkerî û Xiyanetê' bûn, bang kirin; "Êdî bes e ji PDK'ê re, bila destên xwe ji ser zarokên me vekişîne." BI DÎMEN E