ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî Heyeta Aştiyê wê werin şopandin, ku ji aliyê PDK'ê ve têne astengkirin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, divê ciwanên Kurd pêwîstiyên pêvajoya şer zû hîn bibin û veguherin yekîneyên xwedî însiyatîf û xweser. Hêlîn Umît destnîşan kir ku di vê mijarê de ti astengî nîne.

Partiya Çep, astengkirina heyeta aştiyê ji aliyê polîsan ve, xiste rojeva Meclîsa Federal a Elman.

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê û Aktîvîstê Ekolojiyê yê Mezopotamyayê Vahap Işikli talankirina xwezayê ya dema dawî nirxand û got, bi rêya kanên kevir, mermer û HES'an hewl tê dayin ku gundên Kurdistanê bêne valakirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Haci Kaçan destnîşan kir, ku êrişên dewleta Tirk wê wan ji meşa bi rûmet û azadiyê venegerînin û got, "Heta ku Rêber Apo û gelê Kurd azad nebe, ti jiyan ji bo me ne hêja ye."

Li girava Saint-Eustache ya giravên Karabîkê ku ser bi Hollandayê ve ye, goreke koleyan hate dîtin. Ev goristan ji bo hînbûna rabirdûya şêniyên giravê dikare derfetan pêşkêş bike.

Li gorî encamên hilbijartinê yên 6'ê Hezîranê li Perûyê hatin lidarxistin, namzetê sosyalîst Pedro Castillo ji sedî 50.1 ê dengan wergirt. Keiko Fujimori jî ji sedî 49.9 ê dengan stand.