Êrişên dagirkeriyê li Saratovê hatin şermezarkirin

Kurdên li Rûsyayê, li herêma Saratovê bi daxuyaniyekê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn û nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re dan. Di çalakiyê de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin.

Kurdên li gundê Çistiî ya herêma Saratovê ya Rûsyayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re daxuyaniyek dan.

Bi navê Komîteya Ciwanan a Meclîsa Kurd a Yerşovê Mehmet Yûsûbov axivî û diyar kir ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dewama tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Yûsûbov destnîşan kir ku dagirkerên li hemberî gerîla tengav bûne, bi pişgirî û alîkariya hevkar û nokeran hewl didin êrişên xwe dewam bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Artêşa dewleta Tirk a faşîst nêzî du meh in nikare bi pêş ve biçe û ji ber vê yekê PDK û malbata Barzanî xiste dewrê û bi vî rengî xwest eniyeke duyemîn li dijî gerîla bide destpêkirin."

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya pê re hate şermezarkirin.

Yûsûbov tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, gelê Kurd azad nabe. Bi navê Kurdên li Rûsyayê em astengkirina hevdîtinên parêzeran û malbata Ocalan bi fikar dişopînin û ji bo pêkhatina hevdîtinê bang li CPT û saziyên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin."