Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Axaftina herî dawî ya bi Ocalan re hate kirin 25'ê Adarê axaftina bi telefonê bû ku nîvco mabû.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdan bêbersiv têne hiştin.