Beştaş: Tecrîda li ser Îmraliyê fikarên di civakê de zêdetir dike

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş pirsnameyek da Wezîrê Edaletê û diyar kir ku tecrîda li ser Îmraliyê fikarên di nav civakê de zêdetir kiriye.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Wezîrê Edalaetê yê Tirkiyeyê Abdulhamît Gul re pirsî. Beştaş diyar kir ku piştî sala 2011’an hevdîtina bi parêzeran a Rêberê Gelê Kurd Kurd hatiye astengkirin, piştî çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi giştî 5 hevdîtin hatiye kirin. Beştaş bal kişand ser vî tiştî ku piştî bidawîkirina grevan hevdîtinên bi parêzeran dîsa hatine qedexekirin. Beşdaş diyar kir ji ber astengkirinan Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku tevî Ocalan di Girtîgeha Îmraliyê de ne, 2 sal in nikarin bi parêzer û malbatên xwe hevdîtinê bikin.

Beşdaş diyar kir li gorî qanûnan divê girtî 15 rojan carekê bi qasî deh deqîqeyan karibe bi malbatên xwe re bi telefonê biaxivin. Beşdaş diyar kir ji bo vê kirina bêhiqûqî rabe, li girtîgehan greva birçîbûnê hatiye destêkirin û ev grev di roja 200’î de didome.

Beşdaş di pirsnameyê de ev pirs kir “Piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê çend çaran serlêdan kirine? Çend serlêdan bi kîjan hincetê hatine redkirin? Abdullah Ocalan û girtiyên di Îmraliyê de bi giştî çend caran mafên wan ên telefonê hatiye astengkirin? Bi Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi giştî çend caran hevdîtin hatiye kirin û malbatên wan çend caran çûne serdana wan? Biryarên redkirina hevdîtina bi parêzeran re ji aliyê kê tê dayîn û ev biryareke navendî ye? Li girtîgehan 200 roj in grevên birçîbûnê hene, ji bo bicihanîna van daxwazan tu hewldaneke we hebe, hûn çima li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng in?”