Kurdên li Rûsyayê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan
Kurdên li paytext Moskowayê, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.
Kurdên li paytext Moskowayê, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.
Rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê û Civata Dewletên Yekbûyî li paytexta Rûsya Moskowayê li hev civiyan û xeta nokeriyê ya PDK'ê û Malbata Barzanî şermezar kirin.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê xitimiye û ji bo karibe bi pêş ve biçe, xeta xiyanetê bi kar tîne.
Hevserokê Meclîsa Kurd a Moskowayê Rafîkê Kamil axivî û anî ziman, heyeta ku ji bo pêşîgirtina li şer çû Başûrê Kurdistanê di encama xiyanetê de bû hedef.
Kamil got, "Eger ne ji xeta xiyanetê bûya dewleta Tirk nekarîbû ewqasî bi giranî êriş bikira. Destketiyên ku bi dayina şehîdan hatine bidestxistin, kes nikare pêşkêşî dijminê Kurdan bike, Kurd wê destûrê nedin vê yekê."