Ciwanên Kurd ên li Ewropayê jî tevlî pêngavê bûn: Werin Cenga Azadiyê!
Ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê gotin ‘Êdî dem hatiye ku Kurdistana azad were avakirin” û diyar kirin ew jî tevlî pêngava li dijî êrişên dagirker bûne.
Ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê gotin ‘Êdî dem hatiye ku Kurdistana azad were avakirin” û diyar kirin ew jî tevlî pêngava li dijî êrişên dagirker bûne.
Komalên Ciwan li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ dabûn destpêkirin. Ciwanên welatparêz ên Apoyî yên li Ewropayê jî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ew jî tevlî pêngavê bûne.
Di daxuyaniyê ev tişt hate diyarkirin:
“Wekî ku tê zanîn piştî Heftanîn û Garê dewleta Tirk a faşîst di 23’ê Nîsanê de li Avaşîn, Metîna û Zapê dîsa dest bi dagirkeriyê kiriye. Artêşa Tirk a dagirker ji ber berxwedana gerîlayan a li Heftanîn û Garê xwe vekişandibû lê îro dîsa êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Artêşa Tirk a dagirker pesnê xwe dide ku ew duyemîn artêşa mezin NATO’yê ne, lê li hemberî fedaiyên Rêber Apo têk diçin. Dijmin bi xeyalên Osmaniyan êrişî Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike lê li hemberî Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê têk diçe. Ew qebûl nekin jî roj bi roj dibînin ku li hemberî gerîlayên azadiya Kurdsitanê têk diçin.
Dewleta Tirk a faşîst bi çeteyên ku ji Sûriye û dewletên Ereban aniye, li ser axa Kurdistanê êrişî gelê Kurd dike. Dijmin li hemberî berxwedana gerîlayan nikare bi ser bikeve lê li hemberî qaîdeyên şer çekên kîmyewî bi kar tîne. Qetlîamên hovane yên ku dewleta Tirk li Mam Reşo û Avaşînê kiriye, rûyê rast ê dewleta Tirk jî derxistiye holê. Em gelê Kurd van lîstikan ji Dêrsimê û Helepçeyê nas dikin. Çawa ku berê me dev ji berxwedanê berneda, em ê niha jî li ber xwe bidin. Hêzên xayîn ên wekî PDK’ê çawa ku ji bo berjewendiyên xwe dixwazin Têkoşîna Azadiya Kurdan bide sekinandin jî wê gelê Kurd ê bi rûmet destûrê nede vî tiştî.
Em dizani ku parastina axa Kurdistanê peywira sereke ya ciwanên Kurd û şoreşgerên bi rûmet e. Em diyar dikin ku hemû avadanî û saziyên mudaxeleyî Kurdistanê dikin û li hemberî têkoşînê dibin asteng wê bibin hedefa me. Dema Lozanê qediya, dem hatiye ku em Kurdistana azad ava bikin.
Em pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ silav dikin a ku Komalên Ciwan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk dane destpêkirin. Em eşkere dikin ku, em jî tevlî pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bûne. Serkeftin wê ya ciwanên Apoyî be.”