ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'Ê
Rojeva sereke ya Kurdistan û Cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik: Hevala Zîlan ku sala 1996'an çalakiya fedayî kir, pêşî li êrişên tunekirina gelê Kurd, Rêbertî û partiya me girt. Di vê demê de jî êrişên bi heman rengî hene. Lewma divê gelê me tevlî berxwedanê bibe û pêşî li vê bigire.
Ji fermandarên YJA Starê Pelşîn Koçgirî diyar kir, ku şerê zêdeyî 2 meh in li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, pêvajoya fînalê ya Şerê Cîhanê yê 3'emîn e ku navenda wê Kurdistan e.
Dr. Mechthild Exo ku yek ji endamên heyeta aştiyê ye, wiha got "Me li vê derê gelek astengî dît. Gelek endamên şandeyê ber bi welatê xwe ve hatin şandin. Nekarî bên Kurdistanê."
Welatiyê Wanê diyar kirin ku kiryarên îro PDK li Başûr dike ne di xêra Kurdan de ye û gotin: "Ti Kurd vê hewldana PDK’ê qebûl nake. Ji ber ku şerê navxweyî ji bo paşeroja me pir talûke ye û em naletê lê dikin, şerê navxweyî lawazî û têkçûna Kurdane. Em ji Wanê bang li PDK’ê dikin, bila PDK neyên lîstokên dijmin."
Li herêma Tîgre ya Etiyopyayê di êrişa hewayî de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.