Aktivîstên li Frankfûrtê hatibûn destgîrkirin berdan-NÛ BÛ

Aktivîstên endamên şandeya aştiyê ya ji 10 kesan pêk tên ku ji bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistnaê ber bi Fankfûrtê ketibûn rê hatibûn destgîrkirin, hatin berdan.

Aktivîstên şandeya Aştiyê ên li bajarê Frankfûrt a Elmanya hatibûn destgîrkirin, hatin berdan.

Aktivîstên endamên şandeya aştiyê ya ji 10 kesan pêk tên ji Hewlêrê ber bi Frankfûrtê ketibûn rê, ji aliyê polîsên Elmanya ve li Frankfûrtê hatibûn destgîrkirin.

Dema ku balafira ku şandeya aştiyê lê bûn, danî ser pîsta balafirxaneya Frankfûrt û şûnde nêzî 20 polîsên tîmên taybet li deriyê balafirê aktivît destgîr kirin.

Aktivîstên ku li cihekî ku rêwî û yên tên serdanê îzole dike, ji ber vê nêzîkatiya kêfî ya polîsan aktivîstan red kirin ku îfade bidin.

Aktivîstên ku piştî 4 saetan û şûnde nasnameyên wan hatin tesbîtkirin û şûnde, hate ragihandin ku têkildarî sedema destgîrkirina wan agahiyên zelel nehatine dayîn.

Delegasyonên aştiyê ku ev pêkanîna bê hiqûqî qebûl nekirin, li balafirxaneyê bi daxuyaniyekê protesto kirin.