Li Dihokê duh Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî ji 6 dozan, ji 3 dozan hate dadgehkirin. Dadgehê salek û 240 hezar dînar ceza li Rojnameger Umêd Beroşkî birî. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li ser mijarê daxuyaniyek da.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li ser mijarê fikarên xwe anîne ziman û wiha tê gotin: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi cezakirina Beroşkî dubare nîşanda ku qadên karê rojnamegeriya azad tine dikin.”
Nûnerê CPJ’iyê yê ojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Ignacio Miguel Delgado got: “Divê rayedarên Kurd li bakurê Iraqê tavilê Beroşkî serbest berdin, tawanbariyên li dijî wî bavêjin û tacîzkirina medyayê rawestînin.”
Ji derveyî van 6 dozên li Umêd hatine vekirin, Dadgeha Hewlêrê bi tometa ‘xelkê teşwîqî xwepêşandanê dike’ li gel Mamsota Bedel Berwarî di roja 16’ê Sibata îsal hate dadgehkirin û piştre dosya wî şandin Dadgeha Lêkolînê kirin.
Wê di 29’ê Tîrmehê de Umêd Beroşkî û Mamosta Bedel Berwerî li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê careke din werin dadgehkirin.