Polîsan li Îzmîrê êrişî jinên HDP'î kirin
Jinan xwestin ku konê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hatiye danîn bê rakirin. Polîsên Tirk jî bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî jinan kirin.
Jinan xwestin ku konê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hatiye danîn bê rakirin. Polîsên Tirk jî bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî jinan kirin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbata Denîz Poyraz kir ku di êrişa ser Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû kuştin. Piştre jî hatin kolana ku avahiya partiya wan lê ye. Jinan tabelaya ku bi rengê mor amade kir û nav û wêneyê Denîz Poyraz li serê ye bi kolanê ve daliqand.
Li ser navê jinên ku xwestin konê li pêş avahiya HDP'ê hatiye danîn were rakirin Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay axivî û got: "Ev kon ji aliyê Walitiya Îzmîrê û Qesrê ve hatiye danîn. Ji bo ku partiya me bikin hedef ev konê kujer danîne vir. Hevrêya me Denîz ji aliyê kesekî ku li Sûriyeyê perwerde dîtiye ve hat qetilkirin. Ev kon konekî kujer e. Em dixwazin ev konê kujer ji vir were rakirin. Ev gule li mirovahiyê hatine reşandin. Em ji ber vê yekê navê vê kolanê dikin Denîz Poyraz."
Piştî axaftinên hatin kirin, jinan xwest bimeşin. Polîsan destûr neda meşê û jin dorpêç kirin. Piştre jinan li ser Bûlwara Şaîr Eşref rê li trafîkê girt û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li vir axivî û wiha got: "Konê ku hatiye danîn, partiya me hedef dide nîşandan. Ev kon ji bo provakasyonê danîne vir. Ev kon ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve danîne vir."
Başaran nerazîbûn nîşanî polîsên ku destûr nedan jinan da û got: "Hûn berpirsyarê qetilkirina Denîzê ne."
Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî jinên ku çalakiya xwe ya rûniştina domandin kirin. Piştî êrişê jin derbasî avahiya HDP'ê bûn.