KCDK-E: Em di 26’ê Hezîranê de seferber bibin!

KCDK-E ji bo meşa di 26’ê Hezîranê de ya ku wê li dijî tecrîda Îmraliyê û êrişên dagirker were destpêkirin, bang kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê de hate gotin “Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Ev çalakî di 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin û dikeve sala dehemîn.

Nobeta Azadiyê ya ku çalakiya herî demdirêj û bênavber a gelê Kurd e, di 26’ê Hezîranê de wê têkeve sala 10’an. Her hefte ji bajarekî cihê yê Ewropayê kom tên û çalakiyê werdigirin.

Li qada ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Rêxistina Pêşîlêgirtina Êşkenceyê û Parlementoya Ewropayê heye çalakiya nobetê tê kirin û heta niha bi deh hezaran kes tevlî çalakiyê bûne.

Wê 26’ê Hezîranê de hevserokên KCDK-E’yê, hevî hevserokên saziyan û nûnerên jin û ciwanan çalakiyê dewr bigirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, pêkanîna azadiya wî û danasîna fikrên wî Nobeta Azadiyê xwedî girîngiyeke taybet e.

Divê neyê jibîrkirin ku vê çalakiya ku ya herî demdirê e, wekî semboleke berxwedana têkoşîna azadiyê ya li dijî dewleta Tirk e.

Nobeta Azadî ji Rêber Apo re ya li Strasboûrgê wê di 26’ê Hezîranê de bi meşê li Place de la Repûblîqûe 67000’ê saet di 11.00’an de dest pê bike.

Bi wesîleya salvegera 10’emîn a çalakiya nobetê hevserokên KCDK-E’yê, nûnerên hemû welat, federasyon, bîr û bawerî, Rojava, Rojhilat û Başûr, jin û ciwanan wê di nobetê de cih bigirin.

Li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dike, li hemberî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê û li hemberî polîtîkayên AKP û MHP’ê yên ku dijminatiya Kurdan dikin wê di 26’ê Hezîranê de meşeke girseyî bike. 

Wê meş di 26’ê Hezîranê de dest pê bike û heta 4’ê Tîrmehê bidome. Gelên me yên li Elmanyaya Başûr, Swîsre, Strasboûrg di serî de em bang i hemû nûnerên saziyên Kurdistan û Tirkiyeyê, ronakbîr, hunermend û siyasetmedaran dikin ku bila bi awayekî çalak tevlî çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê bibin.”