DYE'yê ji hevalbendên xwe xwest ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'î werbigirin

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken li Romayê di civîna Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAÎŞ'ê de axivî û ji hevalbendên xwe xwest ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'î werbigirin.

Li gorî texmînên DYE'yê, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê derdora 10 hezar DAÎŞ'î girtî ne.

Blinken li Romayê di civînê de got, "Ev rewş ne ya domdar e. Heta bi hetayê bi vî rengî dewam nake."

Blinken got, "DYE bang li hevalbendên xwe yên li nava koalîsyonê û hemû welatan dike ku welatiyên xwe werbigirin, rehabîlîte bike û pêwîstî pê hebe lêpirsîn bike."

Fransa û Îngilistan ku hevalbendên herî nêz ên DYE'yê ne, balkêş e ku herî zêde li ber vê banga DYE'yê radibin.

Blinken pesnê Îtalyayê da ku DAÎŞ'î wergirt û hewldanên welatên Asya Navîn mîna Kirgizistanê jî silav kir. Li gorî Blinken Kirgizistanê 600 DAÎŞ'î û malbatên wan tevlî bernameyên rehabîlîtasyonê kiriye.

Li gorî raporeke Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan, li 2 kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 63 hezar jin û zarokên DAÎŞ'î hene.