Rûniştina doza zarokên êşkence li wan hatibû kirin, taloq bû
Li Wanê rûniştina doza zarokên êşkence li wan hatibû kirin, dest pê kir. Rûniştin hate taloqkirin.
Li Wanê rûniştina doza zarokên êşkence li wan hatibû kirin, dest pê kir. Rûniştin hate taloqkirin.
Li Taxa Hacibekir a Rêya Hevrîşm a Wanê di 15’ê Sibata 2019’an de polîsan zarokên bi navê O.S. (14), Ş.Y. (16) û O.D.(17) destgîr kiribûn û piştre êşkence li zarokan kiribûn. Rûniştina 2’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Wanê hate kirin.
Di nava du salan de 5 caran dozgerê dozê hate guherandin û dosyeya lêpirsînê jî hate girtin.
Ji 10 salan heta 26 salan cezayê girtîgehê ji zarokan re tê xwestin.
Heyeta dadgehê ji bo tiştên kêm were kirin û şahidên nehatine guhdarîkirin were guhdarîkirin, rûniştin taloq kir. Ji bo ku polîsê êşkencekar were teşxîskirin jî biryar hate dayîn ji Dadgeha Îdarî ya Herêmê re talîmat were nivîsandin.
Rûniştina dozê wê di 16’ê Kanûnê de were kirin.