ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê yekê wê werin şopandin.

Dîroknas û helbestvanê Rojavayî Mistefa Reşîd anî ziman, dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye, heman plana xwe ji bo Başûr xistiye dewrê û got, metirsî heye ku mîna Efrînê li Başûr were.

Gerîlayê YRK'ê Rûbar Efrîn destnîşan kir ku ji bo jiyaneke bi rûmet pêwîstiya gelê Kurd bi şerekî gel ê şoreşgerî heye û got, "Yekane rêya ber bi demokrasî û azadiyê ve, fikir û felsefeya Rêber Apo ye."

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, 30 gardiyanên mêr li Mizgîn Kayitbey xistin.

Ji ber şewbê, hejmara serlêdanên penaberan ên li Ewropayê sala dawî gelekî kêm bû.

Komîsera Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet bi bîr xist ku meha Tebaxê ya sala 2020'ê li Maliyê binpêkirina mafên mirovan di asteke metirsîdar de bû û destnîşan kir ku ev yek ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê ye.