Hevserokên nû yên KESK’ê hatin hilbijartin

Ji bo hevserokatiya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl û Mehmet Bozgeyik hatin hibijartin.

Di 10’emîn Desteya Giştî ya Asayî ya Konfederasyona Sendîkavanan a Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a navbera 24-25’ê Hezîranê de pêk anî, erka endamên Desteya Rêveber hatin diyarkirin.

KESK’ê diyar kir ku tevî pandemiyê jî tevlîbûnek mezin a ji bo 10’emîn Desteya Giştî ya Asayî ya konfederasyona wan ku di navbera dîroka 24-25’ê Hezîranê hate kirin de bûne. KESK’ê anî ziman ku ji bo dema nû biryarên girîng ên li ser esaxê xurtkirina têkoşînê û gavên pratîk hatiye girtin.

Endamên nû yên Desteya Rêveber û erka wan wiha ye: Ji bo Hevserokatiya Giştî Mehmet Bozgeyîk û Şukran Koblan Yeşîl, ji bo Sekreteriya Giştî jî Şenol Koksal, ji bo Sekreteriya Malî jî Kural Şîmşek, ji bo Sekreteriya Perwerdehî, Fêrkarî û Weşana Çapemeniyê jî Varol Oztorûn, ji bo Sekreteriya Jinê jî Done Gevher Koyûn, ji bo Sekreteriya Têkiliyên Hiqûqî TÎS û Navneteweyî jî Zeyneb Korkmaz hatine hilbijartin.