Bûldan û Sancar bi parêzer û hiqûqnasan re rûniştin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê derbarê doza girtina HDP’ê bi parêzer û hiqûqnasan re rûniştin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê doza girtinê ya li dijî xwe li oteleke Teqsîma Stenbolê bi hiqûqnasan re civînek li dar xist. Civîn ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê ve hat sazkirin, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ODH), Dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen, parêzerên siyasetmedarên ku di çarçoveya Doza Kobanê de tên darizandin û gelek hiqûqnas tevlî civînê bûn. Alîkara Serokê Giştî yê Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FIDH) Parêzer Reyhan Yalçindag, Parêzer Tûrgût Kazan û hin parêzer jî bi awayekî online tevlî civînê bûn. 

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan qala girîngiya civînê kir ev tişt anîn ziman: "Em di pêvajoyeke zor û zehmet de derbas dibin. Êrişên li dijî HDP'ê bi doza girtinê re bi awayekî lez û bez didomin. Di vê doza dîrokî de pêşniyar û nirxandinên we hevalên me yên hiqûqnas ji bo me girîng e. Ev pirsgirêk ku berê gelek caran hatiye serê me. Me ev pêvajo gelek caran derbas kiriye. Dixwazim bibêjim ku girtina partiyan di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de derbên giran in. Wê feydaya doz girtinê ji demokrasiya Tirkiyeyê re tunebe. Ev dozeke siyasî ye lê em dizanin ku di hêla hiqûqî de gelek tişt dikarin bên kirin. Em ê ji bo ev partî neyê girtin dikarin bi hev re çi bikin nîqaş bikin." 

Piştî Bûldan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî axaftinek kir. Sancar, diyar kir ku bi dozeke siyasî re rû bi rû ne û wiha got: "Hemû operasyonên ku li dijî HDP'ê tên meşandin ne hiqûqî ne. Ev bi dehan caran di hiqûqa navneteweyî de jî derbasî qeydan bûye. Kampanya ku beriya vekirina doza girtinê dihat meşandin di bîra me hemûyan de ye. Tenê kampanyayeke siyasî nemeşandin. Gef li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xwarin û bi zimanê şantajê li dijî civakê polîtîka kirin. Ne pêkan e ku sûcdariyên tundiyê û dabeşkirinê li HDP'ê bên kirin. Rewşeke wiha ne mijara gotinê ye. Ne pêkan e ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind  delîl bibîne. Hincet û delîlên ku çêkirine jî divê tu kesî qanih nekin. Ev doz tenê li HDP'ê nehatiye vekirin. Ev doz li hêviya aştî û azadiyê hatiye vekirin. Em dixwazin pêvajoya dozê bi hemû hêzên demokrasiyê re bimeşînin. Armanca civîna me jî ev e."  

Di berdewama axaftina xwe de Sancar, rexneyên Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan ku di panelekê de kiribûn bi bîr xist û têkildarî mijarê ev nirxan din kir: "Gotinên gelek rast gotiye, em jî tevlî van gotinan dibin. Lê mixabin dema ku lêkolîna doznameya duyemîn a girtina partiya me hatiye kirin, Dadgeha Destûra Bingehîn girêdayî vê nemaye. Em hêvî dikin ku dema ku biryara xwe ya dawîn bidin girêdayî van nêrinan bimînin.  Tişta ku wêrekî bide wan jî têkoşîna demokrasiyê ya bihêz e. Ev hevdîtin ji bo pêkanîna van armancan hatiye lidarxistin."

Piştî axaftina hevserokên giştî civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.