ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê yekê wê werin şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû destnîşan kir ku dewleta bi serkêşiya AKP-MHP'ê veguheriye çeteyekê û got, hilweşîna vê yekê hêsan bûye.
Endame Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku yekane xala ku dewleta Tirk û rejîma Şamê li ser li hev dikin, dijberiya li Rojava ye û bal kişand ser hewldanên fitneyê yên MÎT û Muhaberatê.
Gerîlayê HPG'ê Demhat Kobanê ku 15'ê Hezîrana 2021'ê li Metînayê şehîd bû, demeke kurt beriya şehîd bibe bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kiribû. Kobanê ji xelkê Başûr xwestibû ku fêhm bike, ku êriş ne tenê li ser PKK'ê ye û bang li ciwanan kiribû ku piştgiriyê bidin vê berxwedanê.
Li Kanadayê, piştî ku li nêzî pansiyoneke ku ji bo zarokên xwechî dihate bikaranîn hestiyên bi sedan zarokê hate dîtin, çalakiyên bîranînê dewam dikin.
TPLF'ê ragihand ku wan kontrola herêma Tigre ya Etiyopyayê ji nû ve bi dest xistine. Gel dakete kolanan û rewş pîroz kir.