Polîsan avêtin ser Girtîgeha Tokatê: 2 girtî winda ne
Polîsan avêtin ser girtîgeha Tokatê û êşkence li girtiyan kirin. Girtî Hasan Ortaç û Mûstafa Okçû ji aliyê polîsan ve hatin revandin.
Polîsan avêtin ser girtîgeha Tokatê û êşkence li girtiyan kirin. Girtî Hasan Ortaç û Mûstafa Okçû ji aliyê polîsan ve hatin revandin.
Ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê Firat Dari bi rêya telefonê bi birayê xwe Ahmet Dari re axivî û anî ziman ku gardiyan û polîsan avêtin ser koxûşan. Ahmet Dari ragihand ku birayê wî diyar kiriye ku gardiyan û polîsan alavên wan serûbin kirine û li girtiyan xistine yên ku li ber wan rabûn.
Dari diyar kir ku piştî lêgerînê polîs careke din ketin koxûşê û du girtiyên bi navê Hasan Ortaç û Mûstafa Okçû bi êşkenceyê birin û nizanin bi ku ve birine.
Dari ragihand ku dema dawî zextên bi heman rengî li girtîgehan zêde bûye û eger raya giştî zextê neke wê ev zordariya rêveberiya girtîgehê neqede.