Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê, bi daxuyaniyekê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabûn.
Bi navê şêniyên Stavrapolê Îbrahîm Bazûyev daxuyanî da û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Îbrahîm Bazûyev diyar kir ku tecrîd û êriş di çarçoveya konsepteke navneteweyî de li her çar aliyên Kurdistanê belav bûye.
Îbrahîm Bazûyev têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê bi bîr xist û anî ziman, dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla têk çûye, lewma PDK'ê bi kar tîne.
Îbrahîm Bazûyev bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek, têbikoşin û ji PDK'ê jî xwest ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.