Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sala 1999'an bi komploya navneteweyî dîl hate girtin, ji hingî ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Axaftina herî dawî ya bi Ocalan re hate kirin 25'ê Adarê axaftina bi telefonê bû ku nîvco mabû.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdan bêbersiv têne hiştin.