Li şeş bajaran 2 febrîqe, 3 keştî û 15 wesayit hatin şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li şeş bajaran 2 febrîqe, 3 keştî û 15 wesayit şewitandine.

Însiyatîfê bi daxuyaniyekê bal kişand ser talan û wêrankirina xwezaya Kurdistanê û got, "Dem ew dem e ku di serî de li metropolan li her cihî hesab ji van kujeran û piştevanên wan bêne pirsîn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Mûgla, Îzmîr, Antalya, Dîlok, Konya û Zongûldakê 2 febrîqe, 3 keştî û 15 wesayit hatine şewitandin.

Li gorî daxuyaniye;

"27'ê Hezîranê li navçeya Marmarîs a Mûglayê yat a bi navê Camsûn û 2 keştiyên fîber, li Bornova ya Îzmîrê 4 wesayitên faşîstan, li Menderes a Îzmîrê febrîqeya berhemên daristanî ya Şentur a AKP'iyan,

26'ê Hezîranê li Zongûldakê qemyonetek AKP'iyan, li Îzmîr li ser rêya Yenî Foçayê 3 TIR û 6 wesayitên Kargeha Xurde ya Endustriya Kîmya Makînayê,

25'ê Hezîranê li navçeya Aksû ya Antalyayê febrîqeya Aksû Cam,

24'ê Hezîranê li navçeya Nîzîpê ya Dîlokê tevî xerajeke AKP'iyan 2 wesayit,

23'ê Hezîranê li navçeya Kûlû ya Konyayê, 3 wesayitên AKP'iyan hatin şewitandin."